Zarok TV - MEŞKÊ (NÛ_NEWE)

  • 2 years ago
Hay meşkê meşkê meşkê
Qenc çêbûye qet naşkê
Hay meşkê meşkê meşkê
Çêbûye ji darê hişkê

Ji bo bibin zozanan
Çêdikin ji postê heywanan
Mast dikin di meşkê de
Şilqe şilqa dev tê de
Pey re çêdibe nivîşk
Pevra dixwin bira û xwişk

Hay meşkê meşkê meşkê
Qenc çêbûye qet naşkê
Hay meşkê meşkê meşkê
Çêbûye ji darê hişkê

Ya ji ber dimîne dew e
Vexwe xweş pê rakeve
Dû re dew dikelînin
Şîr ji keşka dihilînin
Dû re dew dikelînin
Şîr ji keşka dihilînin

Hay meşkê meşkê meşkê
Tama devê me xweşkê
Hay meşkê meşkê meşkê
Tama devê me xweşkê
Hay meşkê meşkê meşkê
Tama devê me xweşkê

---
Gotin: Barzan Şaswar
Stranbêj: Mizgîn Tûran
Aranje: Denîz Kaya
---


https://dailymotion.com/ZarokTV
https://instagram.com/ZarokTV
https://twitter.com/ZarokTV
https://facebook.com/ZarokTV
https://tiktok.com/@zaroktv

Recommended