Zarok TV - MALBAT (NÛ_NEWE)

  • 2 years ago
Kê û kê dibin malbat
Ka malbat çawa pêk hat!
Ji xwişk û bira, bab û dê
Malbatek wisa pêk tê

Kê û kê dibin malbat
Ka malbat çawa pêk hat!
Ji xwişk û bira, bab û dê
Malbatek wisa pêk tê


Piştre dora pîr û kala
Ew jî mezinên mala
Piştre dora pîr û kala
Ew jî mezinên mala

Nevî û torinên kiçkok
Rewşa malê ne xweşok

Xal û xwarzî û pismam
Xaltîk, metik û dotmam
Hê hene zaf di rê de
Mam û kurmam jî tê de

Piştre mirov û kes in
Xizm in hevdû dinasin

Kê û kê dibin malbat
Ka malbat çawa pêk hat!
Ji xwişk û bira, bab û dê
Malbatek wisa pêk tê

--
Strana Malbat
Gotin: Barzan Şaswar
Stranbêj: Mizgîn Tûran
Aranje: Denîz Kaya

---


https://dailymotion.com/ZarokTV
https://instagram.com/ZarokTV
https://twitter.com/ZarokTV
https://facebook.com/ZarokTV
https://tiktok.com/@zaroktv

Recommended