Firokeyên Rûsî nexweşxaneyek li Idlibê armanc kirin

  • 5 years ago
Ne tenê li Helebê firokeyên Rûsî naxweşxaneyan armanc dikin lê li bajarê Idlibê jî çalakvanan diyar kirin ku firokeyên Rûsî naxweşxaneya El Îman li bajarokê Serca li rojhelatê Jebel El zawiyê kirin û di encamê de 5 endamên tîma tenduristî û hejmarek ji naxweşan brîndar bûn û zirarên mezin giheştin avahiya naxweşxaneyê ku bi temamî ji kar hat dûrxistin, çalakvanan dan zanîn ku naxweşxaneya El Îman bi tenê xizmeta bi hezarên sivîlan li rojhelatê Jebel El Zawiyê û rojavayê Eriha dikir û ji hêla pijîşkên xobexiş di hat berêvebirin

Recommended