Hêzên demokratîk piştî Minbicê berî didine bajarê Babê

  • 5 years ago
Artêşa Şoreşger ya di bin sîwana Hêzên sûriya Demoqratîk de şer dike, kontrolkirina hin navçeyan li bakurê Helebê di rêya daxuyaniyekê re ragihand, û li gorî wê daxuyaniyê di heyama herdu rojên bûrî de şervanên Artêşa Şoreşger gundên Herbel, Um Hoş û Um El-Qura bi temamî kontrol kirin, ew yek piştî şer û pevçûnên tund bi çekdarên rêxistina DAIŞê re, û di encama wî şerî de hejmareke ne diyar ji çekdarên heman rêxistinê hatin kuştin û 3 şervanên Artêşa Şoreşger jiyana xwe ji dest dan jibilî ku hin çek û çebelxaneyên DAIŞê wan jî ketin destên şervanan de.

Recommended