Operesyona Minbicê 73 rojan dom kir ta hate rizgar kirin

  • 5 years ago
Xwena pakrewan Fêsel bavê Leyla bi rizgarkirina bajarê wî bi cîh hat, û Minbicê bi tevahî ji rêxistina DAIŞê hate paqij kirin.

Piştî 73 rojan ji wê operesyona berfireh ku Hêzên Sûriya Demoqratîk ji 1 Hizêrana bûrî ve destpê kiribûn duh roja Înê bidawî bû, û bajêr bi temamî ji şopa teroran hate paqij kirin, herwiha bi hezaran sivîlên bajêr ji nava destên rêxistina teror rizgar kirin û ew vegerandin jiyana wan ya normal.