Li Bakûrê Kurdistanê Li hember rewşa meydanî, rewşa siyasî jî têk diçe
  • 5 years ago
Hevserokê Partiya Demokratîk a gelan HDP ê Selaheddîn Demirtaş ji bo
sersaxiya malbata Suleyman Guzel ê 19 salî ku di xwepêşandanekê li taxa
Baxlara Amedê de hatibû kuştin, hate Diyarbekir û sersaxiya malbata Kurd
kir, piştî sersaxiya malbatê demirtaş li ber derî pirsên rojnamevanan
bersivand, Demirtaş rexneyên gelek tûj li hember hukumata Tirk û nexazim
li serokwezîr Ehmed Dawûtoxlû kir û got ku polîtîkayên ku AKP li bakurê
Kurdistanê dimeşîne bobelateke mezin e ji bo Kurdan
Recommended