Di teqîna Qamişlo de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan

  • 5 years ago
Duh li bajarê Qamişlo teqînek li kofîşopeke taxa Wista rû da û ta niha 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 7 kesên din jî birîndar ketin
Hin çalakvanan ji bajarê Qamişlo diyar kirin ku mayînek di motosîklekî de li pêşiya kofîşopa Sitar ya li kolana Meyamî li taxa wista hatibû çandin û bi welatiyên sivîl de teqiya ku têde ta niha 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 7 welatiyên din jî birîndar ketin ,heman çalakvanan dane zanîn ku piştî teqînê hêzên asayişan û Sotoro yên bi ser rêveberiya xweserî ve heman navçey dorpêç kirin, û birîndar rakirin navenda heyva Sor ya Kurdî û nexweşxaneya Qamişlo ya niştîmanî

Recommended