Adnan Oktar: Emê birayê xwe yên Kurd li Başûrê Rojhilatê nedin hepskirin.Hemû derên vê niştimanê ya wan e jî

  • 9 yıl önce
-  Selahedîn Demîrtaş; "Heya niha,Surîye, Iraq, Yûnanîstan û Bulgarîstan cîranên we bûn. Vêga ji bo ku Kurdistan dê bibe cîranê we, çima hûn qiyametê radikin?"  Bi vî şeklê pirsek  pirsî.

ADNAN OKTAR : Kesek tiştek negotiye, ji ku derê derdixe, kî qiyametê rakiriye? Kurdistan..Helbet em dizanin dê çewa birayê xwe yên Kurd rehet bikin. Em dibêjin; "Li Tirkiyê parçebûn naxwazin."

Herhal me baş qal nekiriye. Nizanim, gelo em bi Tirkî baş qal nakin ? Ma bi Kurdî bibêjim! Ez dixwazim bi birayê xwe yên Kurd re têkîliyek baş pêkbînim. Gava kesek ji Mêrdînê were van deran dê bê pasaport were û gava ez ji Mêrdînê gazî wî bikim, dê ew dilxweş be. Û ez jî gava herim wê derê naxwazim bi pasaportê herim. Mesele ev e.

Çiyayên Mêrdînê, Sêrtê cihên ku tebîeta wan  gelek dijwar in. Ez naxwazim birayên xwe li wan deran asê bikim û naxwazim ku bêçare bimînin ku tenê li wan deran bijîn. Divê neçariyek wiha nebe. Bila rehet bin û bibin tacê seran. Çima hûn dixwazin wan li wan dera asê bikin? Ji bo Selahedîn nabêjim lewra ew dişibe xortek durist dibe. Lê carna axaftinên behît dike. Li Stenbolê û li Îzmîrê hin monşer hene. Gava wîskiya xwe bi kartolên sorbûyî re hêdî hêdî firdike; mirov aciz dibe ji ber dîtina birayê min ê Kurd. Ji Başûrê Rojhilatê û ji mirovên wan deran eyb dike, Haşa! Forsa wî xera dibe. Bi kurtasî dixwaze li wan dera wan heps bike.. Dibêjin; "Herin li wê derê bijîn, li ber çavên me herin.". "Naxwazim wê erdnîgariyê jî wan herêman jî bibînim. Naxwazim mirovên wan deran jî bibînim." Ji wan re tund û newxeş tê.Mesele û derdê wan ev e. Em jî dibêjin birayê min ê entêl û dantêl, eger dilê te naxwaze qeşa bavêje qedeha xwe yan jî sepandinek din bike.

Qeşayê deyne ser serê xwe.Ezê ji birayên xwe neqetim. Kurdan, birayên me yên Kurd, mirovên gelek sînepak û sef, ewladê vê niştimanê ne. Ewladên şahwer. Ezê  li her derê wan bibînim.Binêr! Birayê min ji bo fitariyê bê pasaport hat. Gelek dayîken Kurd û mebûsên Kurd yên ji Ak Partiyê beşdarê fitariya min bûn. Bi wan şanaz dibim. Taca seran in, xemla wan herêman in. Ev e mesele. Eger bixwazin li Suriyê herêmek Kurd bila bibe, emê şanaz bin. Ev ne tiştekî ye ku me aciz bike. Ango ez çi bêjim? Bêjim, bila Esad we îdare bike? Eger Xwedê we ji Esad xelas bike, şadiyek çi xweş e!.

Eger tu li wê derê dewletek komînîst ava bikî û bi fikra komînîzmê zordariyek li ser dayîk û xwişkên min bikî û eger rejîmeke Stalînîst pêk bînî, hingê em ê dayîk û xwişkên xwe, birayên xwe dê biparêzin.

Lê dikarî li wê derê avahiyek asayî saz bikî. Lê divê ji dewleta Tirkiyê re û hemwelatiyên me re hurmet bikî. Wê demê; dikarî ji Xwedayê xwe re û ji ola xwe re bi hezkirinê bijî yan jî dikarî bêîman jî bimînî. Gava bela xwe nedî kesekî ,zererê nedî kesekî û rehet bisekinî, nexwe bijî birayê min! Kesek tiştek ji te re nabêje. Lê belê dewletek komînîst û stalînîst ava bikî  hingê helbet dayîk û xwuşkên xwe teslîmê te nakin. Lewra tu Komînîzmek Navneteweyî dixwazî. Armanca te hincirandina dayîk û xwuşkên me ye. Dayîkên xwe nadim destên te! mesele ev e wekî din tiştek tune ye. Ango, çi ji me re ku birayekî min ê xwîngerm here li wê derê dewletek yan jî herêmek ava bike.

Ez dikarim cihek ji bo parastina xwe eyar bikim.Ne hewceye ku em bêjin dewlet.Dibe ku tiştek din jî bibe. Civat li wê derê ye, birayên me li wê derê dijîn. Ango bila çi bikin! Dikarin ji bo parastina xwe sîstemek ava bikin. Eger ji Esad xelas bin şadiyek çi baş.Di nav bereket de û bi aram bijîn. Can in hûn... Çima em aciz bibin? Ji ber ku civiyayî, helbet dê tiştek ava bikî. Bixwazî eger, dewletek ava bike yan jî tiştekî din.Çi bikî bike.Civatek bi birayê me yên Kurd yên xwîngerm. Çawa bixwazin bila wuha îdare bikin, ne hewceye ku navek jî deynin.Eger bixwazin serokek jî dê hilbijêrin û bi wî xwe bidin îdare kirin.Dikarin yekî jî pêşrew (îmam) tayîn bikin wek serokek manewî.Çi bikin bila bikin ê kû girîng ew e ku bila  jiyaneka bi aram bijîn û di nav rehetiyê de bin.Em rehetiya wan, aramiya wan nadin xerakirin.

- Mînak, roja berê jî birayê min ê Kurd hatin, xortên Kurd di fitariyê de bûn, Ji Amedê, ji Mêrdînê hatin. Wek şêran in canên min. Ji min re bigotina, "Me pasaport nîşanda û me vîze jî hilgirt û em wisa hatin." ev  bûyereke hêwilnak e. Bîlesebeb em çima belaya xwe bigerin? Siwar bûne otobûsê û hatine, ewqas, dê bi vî awayî bibe!...