Adnan Oktar: Em bi kurdan re ji afirandina dinyayê pê ve bira ne
  • 9 yıl önce
ADNAN OKTAR: “Gelo rast e em bêjin em birayê hazar salî ne û paşê jî kujeran berdin ser axa kurdan?  Gelo em bi kê re birayê hezar salî ne? Bi kurdan re, ne bi PKK’yê re. Uslûba li vir xelet e. Ez bi kurdan re ne birayê hezar salî, ji afirandina dinyayê pê ve bira me. Ji bavê Adem(a.s) pê ve bira me. Û ev dê heta dawiyê jî wisa be. Ka binêre me dayîk û xwîşkên xwe yên kurd hilda û ew hembêz kirin. Lê helwesta me ya li dijî PKK’yê eşkere ye. Em tu carî destûrê nadin wan ku ew bikevin nav axa Tirkiyeyê. Û em ê li dijî wan têbikoşin. Lê ez tundiyê ji aliyê baweriya xwe nafikirim. “Mêrkujan berdidin axa Tirkiyeyê”. Xwedê êrîş dide kirin xwedê. Bi gotina Tirkiyeyê kes êrîşî kesî nake. Hêzeke siyasî ya wiha ya Tirkiyeyê tune ye. Gelo dema ku Tirkiyeyê got êrîş bike DAIŞ dê êrîşê bike? Ji xwe ew zilam ji Tirkiyeyê heznakin ku. ji gelê Tirkiyeyê na jî, ji dewleta Tirk aciz in. Hîç ji Dewleta Tirk heznakin. Bi gotina dewlet  û hikûmeta Tirk gavek be jî navêjin. Ji ber vê ev gotina te jî şaş e. DAIŞ tu carî gotina Tirkiyeyê nake. Xwedê îlhamê dide wan û ew jî êrîş dikin. Kirinên wan xelet in. Ango xwedê dixwaze ku em kirinên wan neecibînin. Ji xwe ne tişteke ecibandinê ye jî. Lê hemû hêz û qewet yên xwedê ne.
Önerilen